Merc û pîvan

Bikarhînerên hêja,

Em li bendê ne ku hûn li ser malpera me û rûpelên me yên li tevnên civakî beşdarî nîqaşan bibin. Em şiroveyên we ciddî digirin û heke gengaz be em naxwazin yek ji wan jê bibin. Ji bo ku em vê yekê pêk bînin, ji kerema xwe nêtekêta me bixwînin.
Em gotûbêj û nirxandinek dadperwer, têkildar, rêzdar û çêker dixwazin. Tevgerên jêrîn li ser malpera me û rûpelên me yên li tevnên civakî nayên pejirandin:

• Axaftina nefretê, heqaret, biçûkxistin û dîskirîmînasyon li dijî kes an komên mirovan bi taybetî ji ber dîn, etnîk, netewe, rewşa laşî, nasnameya zayendî û temen.
• Gef û her daxwazeke tûndiyê ya li dijî kes an sazî û koman.
• Daxuyaniyên ku îhtîmal e gel, kes an komên mirovan bixin metirsîyê.
• Xirap bikaranîna fonksiyona şîroveyê ji bo reklamên cur bi cur.
• Şîroveyên ku bi mijara diyarkirî re ne têkildar in.
• Girêdanên malperên din yên ku bi posta diyarkirî re ne têkildar in.
• Pornografî û her tiştek ku naveroka wan zirarê bide ciwanan.
• Binpêkirina mafên aliyê Sêyem.
• Parvekirina agahdariyên taybet ên wek hûrgilîyên têkiliyê, hejmarên têlefonê an navnîşan.
• Hemû bikarhîner ji şîroveyên xwe berpirsiyar in û Yekmal ji bo vê yekê tu berpirsiyarî nagire ser xwe. Şiroveyên ku van rêzikan bin pê dikin, dê bêne jêbirin û eger pêwîst be, dê bikarhîner werin astengkirin.

Spas ji bo têgihiştina we. Bi hêviya ku hûn Li ser malpera me û rûpelên me yên tevnên civakî wextek xweş derbas bikin.