Îlon 26, 2024

Şêwirmendiyên Qanûnî yên Penaberî û Koçberiyê cîhê xwe vediguhezînin

Beşa me ya Şêwirmendiya Penaberî û Rêkarên wê (AVB) û herweha Şêwirmendiya Qanûna Koçberiyê dê cîhê xwe veguhezînin û biçin dilê navçeya Neuköllnê Karl-Marx-Straße 172, 12043 Berlin. Ev yek ji mêj ve hatibû plankirin, lê me hê cîhek guncav nedîtibû. Niha pilan bi ser ket û em pir kêfxweş in ku em dikarin li navnîşana nû cîhek mezintir, atmosferek xweştir û jîngehek profesyonel pêşkêşî we bikin, yên ku li şêwirmendiyê digerin.

Ji 7ê Cotmeha 2024an pê ve, Şêwirmendiya Penaberî û Rêkarên wê (AVB) û Şêwirmendiya Qanûna Koçberiyê (mafê rûniştinê) dê li Karl-Marx-Straße 172, 12043 Berlin-Neukölln pêk were.

Şêwirmendiya me ya Civakî ya ji bo navçeya Friedrichshain-Kreuzberg û Şêwirmendiya me ya Malbatê dê wekî berê li Waldemarstraße 57, 10997 Berlin-Kreuzberg, li Navenda Malbatan a Renginê berdewam be.

Em li benda serdana we ne!

Demên serdanê

Dûşem heta Pêncşem: 09:00 - 17:00
În: bi Termîn
Daxwazkirina Termînê bi rêya telefonê an bi E-Mailê pêkan e.

Têkilî

Festnetz: 03061625848
Handy: 015734879140
WhatsApp: 015734879140
E-Mail: beratung@yekmal.de

 


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR