Îlon 30, 2024 | BEFaN-Netzwerk

10. Roja Pisporiyê ya Berlînê bi awayek serkeftî hat lidarxistin

10. Roja Pisporiyê ya Berlînê bi awayek serkeftî hat lidarxistin

 

Roja 26ê Îlona 2024an 10. Roja Pisporiyê ya Berlînê bi dirûşma “Parastina Pirrengiyê û pêşvebirina pirzimaniyê bi rêya beşdarî û torbendiya di dibistanê, Zaroxane û Malbatê de” bi awayek serhêl hat lidarxistin. Îvênta ku ji aliyê Tora BEFaNê ve hat lidarxistin, rastî eleqeyek mezin hat. Nêzî 100 kes beşdar bûn ku di nav wan de nûnerên zaroxaneyan, komeleyên koçberan, rayedarên dewletê yên eyaleta Berlînê û pisporên têkildar hebûn.

Piştî axaftina vekirina bernameyê ji aliyê rêvebera giştî ya Yekmalê Günay Darici, berpirsyara Senata Berlînê ya ji bo Beşdarî, Întegrasyon û Koçberiyê axivî. Bernameya cihêreng ji aliyê rêveberê Pirtûkxaneya Dewletê ya li Pankowê Danilo Vetter hat birêvebirin.

Prof. Natalia Gagarina ji Înstitûya Leibniz di pêşkêşiya xwe de têgihiştinek balkêş da derbarê dersa ziman di konteksta pirzimaniyê de pêşkêş kir. Piştre nîqaşek zindî ya serhêl hate kirin û tê de rewşa heyî, dijwarî û perspektîvên pêşerojê yên pêşvebirina pirzimaniyê li zaroxaneyan hatin nîqaş kirin

Axaftvanên nîqaşa serhêl:
• Elisabetta Mina, ji Rêveberiya Senatê ya ji bo Perwerde, Ciwan û Malbatê
• Dr. Nathalie Thomauske, pispora Pirzimanî di destpêka Zarokatiyê de
• Olenka Bordo Benavides, ji Xala Têkiliiyê ya Pispor ji bo Parastina ji Dîskrîmînasyonê li zaroxane û dibistanan, RAA Berlin
• Hamsey Bayram, hevrêvebera Zaroxaneya Pîya Kreuzbergê
• Modertator: Kava Spartak ji komeleya YAAR e.V.

Beşek giring a bernameya me, pêşkêşkirina encama Rapirsiya Dêûbavan bû ku bi alîkariya Akademiya Yekmalê hat pêkanîn. Beşdariya 1.295 kesan di rapirsiyê de serkeftinek bû ku tenê bi alîkariya komeleyên endamên torê pêkan bû. Em spasiya komeleyên endam di Tora BEFaNê de dikin ji bo piştgiriya wan di vê rapirsiya giring de.

Em spasiya herdû moderatoran dikin ji bo moderatoriya wan a serkeftî. Spasiyek tayebt ji bo piştgirên me yên darayî Navenda Eyaleta Berlînê ya Perwerdehiya Siyasî, GEW Berlîn û berpirsyara Senata Berlînê ji bo karûbarên Beşdarî, Întegrasyon û Koçberiyê Katarina Nieiwedzial. Pabendbûna we ya ji bo pêşxistina pirzimanî û beşdariyê ji me pir pir bi nirx e.

Herweha em spasiya Hevparên xwe, Rêveberiya Senatê ya ji bo Perwerdehî, Ciwan û Malbatê, Pirtûkxaneya Dewletê ya li Pankowê û Xala Têkiliyê ya Pispor ji bo Parastin ji Dîskrîmînasyonê li navçeya Friedrichshain-Kreuzbergê dikin ji bo beşdariya wan û hevxebatiya baş.

Di dawiyê de em spasiya hemû axaftvan û beşdaran, herweha tîma teknîkî û tîma medyayê ya Yekmalê dikin. Di demên pêş de emê îvênta xwe hem wek Podcast hem wek Vîdeo parve bikin.


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR