Îlon 03, 2024

Serdana me ya ji bo Spore Hausê

Serdana me ya ji bo Spore Hausê

Serdana komên me yên civaka Kurd di hefteya borî de ji bo Spore Hausê ya li Berlînê derfet çê kir ku em xebatên Înîsiyatîfa Sporê baştir nas bikin. Ev înîsiyatîf di qada dadperweriya avhewa, vejîna ekolojîk û perwerdehiyê de tevdigere û bi bernameyên xwe yên çandî û fêrkariyê cihêrengiya biyokulturî pêş dixe.

Di seredanê de, em di nava salona pêşangeha “Asta Avê – Water Bodies” de geriyan ku li ser pirsgirêkên kêmbûna avê li Kurdistanê radiweste. Di vê çarçoveyê de, me rehendên siyasî yên kêmbûna avê, pratîkên kolektîf ên ekolojîk û ezmûnên kesane yên ji Kurdistanê nîqaş kirin.

Herweha me serdana baxçeyê fêrbûnê û pirtûkxaneya pirzimanî kir, ku tê de gelek pirtûkên cûrbicûr ên ji seranserê cîhanê hene.

Armanca me ya vê serdanê ew bû vê derê bibînin da ku em bizanin ka em çawa dikarin di pêşerojê de li vir çalak bibin û zanîn û ezmûnan bi civakên din re pev biguherînin.

 


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR

  • Workşopên Govendê
    27.09.2024
    Workşopên Govendê

    Hûn dixwazin gav, rîtm û rehendên çandî yên govendên Kurdî fêr bibin û bi zarokên xwe re bibin xwedî ezmûnek zengîn û xweş?

  • Workşopên Govendê dest pê kirin
    10.10.2024
    Workşopên Govendê dest pê kirin

    Yekemîn Workşop li ser dîlana Delîlo bû. Beşdar fêrî gav û ritmên dîlanê bûn, herweha derbarê paşxana çandî ya dîlanên Kurdî agahî wergirtin.