Îlon 05, 2024 | Essen | Şahiya zarokan

Şahiya me ya Qada Lîstikê serkeftî bû

Şahiya me ya Qada Lîstikê serkeftî bû

 

Şahiya me ya qada lîstikê ya îsal li Essenê bi serkeftî û xweşî hat lidarxistin. Di bin tava bi şewq û germahiya xweş de, gelek malbat û zarok di 1ê Îlonê de hatin ba hev da ku rojek bi lîstik, şahî û civatê ya nejibîrkirî derbas bikin. Atmosfer xweş bû û ew der bi kenên zarokan dagirtî bû.

Spasiyek mezin ji bo alîkarên me yên xwebexiş ku bê westan bi dilsozî û kelecana xwe kedek mezin dan ji bo serkeftina şahiyê. Pabendbûna we dilê şahiya me ye û em ji bo piştgiriya hemûyan gelek spasdar in. Di heman demê de spasiyek mezin ji bo tîma me ya Yekmalê ya hêja û xwedî motîvasyon ku careke din hemû hêz û kelecana xwe dane vê çalakiya taybet.

Em naxwazin hevparên xwe yên hêja ji bîr bikin. Bi saya hevkariya nêzîk û pêbawer, me careke din karî bi hev re bernameyek cihêreng ku biçûk û mezinan dilxweş bike, pêk bînin.

Em li hêviya sala bê ne û li bendê ne ku di 2025-an de dîsa bi we re Şahiya Qada Lîstikê bi awayekî rengîn pêk bînin!

 


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR