caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

LERNEN IST LICHT

Ravêr şîyena domanan ser ro bandora zonê maye

Armanca konferansê evê ku di Sazî û Ênstîtûyên li Almanyayê de, sazkirin û pêşvebirina nîkaş û palên li ser zimanê Kurd ye. Niha li Almanyayê gelek hewldanên însiyatîf li ser naskirina zimanê Kurdî, wek zimanê yekemîn hene. Her wiha jî li çend eyaletên Almanyayê zimanê kurdî di dibistanan de û di hêlîna zarokan de hatiye damezrandin. Li Berlînê dersa kurdî wek zimanê duyemîn an jî sêyemîn a zimanê biyanî di dibistanan de hatiye naskirin û her wiha di dibistaneke seretayî de jî hatiye destpêkirin.

Bi riya konferansê wê fikrên ji bo pêşketina zimanê kurdî ji bo zimanzaneyan, mamosteyan, siyasetmedaran û ji bo malbatan bên gihiştin. Em hêvî dikin ku xebatên pal, network û însiyatîfa bi riya vê konferensê encamên zêde bidin û bibin sedema naskirin û pêşketina zimanê Kurdî li Almanya ye.
Komên hedef: Ew kesên ku pir zimanî bala wan dikişîne yên ku; bûne/nebûne koçber, yên ji beşên cûrbecûr wek civak, zanîst, siyaset û aboriyê ne. Her wiha wê gazî malbatan jî bê kirin.
Amadekara Konferansê „Însîyatîva Ziman û Perwerde- IZPer“ e.
(Însîyatîva Ziman û Perwerde)
• Komeleya Yekîtiya Malbatan ya Berlînê–Yekmal (Berpirsiyar)
• Enstîtûya Kurdî ji bo Zanîst û Lêkolînê
• Komeleya Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê YMK
• Înstîtutê Ziman û Kultura Kirmanc (Zaza) IKK e. V.
• Însiyatîfa Malbatên Kurdya Bielefeldê

Çiqas li giştî Europayê ji sedema penabertiyê navnetewî û pirçandî hebe jî, dikare bê gotin ku Almanya di aliyê sazîbûna pirzimanî de hîn jî di destpêkê de ye. Piştgiriya pêşketina zimanê bazar û hevpariyê di navbera Europayê de bê guman têne kirin. Her çiqas zimanên wek îngîlîzi, Frênsî û îspanî hûkûm dikin jî, di heman gavê de zimanên din yên ku ji bo tevlîbûna civaka Almanyayê gelek bi wate ne mixabin her ku diçe ji çavan dûr dibin.

Di vê çarçoveyê de armanc evê ku zimanên heta niha ji civakê hatine dûr ketin, wek zimanê Kurdî, bên rêxistin û sazîkirin. Zimanê Kurdî di nav wan zimanan de tenê wek mînakek e.

Waştena ma bi nê konferenzî, taybetîye alaqeya zionê Kurdkî zêde kerdene û yên li ser zimanan lêkolîn dikin re bibe sedema nîkaşê û pêşketina ji aliyê zanistî ya zimanê kurdî li Almanyayê ye.
Li vir zimanê Kurdî tenê mînakek e û encam ji hemû zimanan re hema bêjin wek hev e.

Di çarçoveya alaqeya li ser pirzimanî

Konferansa me ya li ser pirzimanî bi mijara „Zarokên pirzimanî dest e girtin“ ji aliyê Prof. Dr. Eva Duran Eppler ji Zanîngeha Roehampton/Londonê, „Bandora pêşketina zimanê zikmakî aliyê civakî û siyasî de“ Birêz Mehmet Şerif Derince bi Doktora xwe ya li ser beşa civakê ya Zanîngeha Mimar Sinan Stenbol/Tirkîyê û bi birêz Dr. Dipl.-Psych. Şefik Tagay Doktora xwe ya li ser Penabertiyê Pisîkolojîktrawma û pispora êzîdiyan bi mijara „ Trawma, Penabertî û Ziman“ wê pêşkêş bikin.

Piştî vegotinan, beşdarvan û pêşkeşvan wê li ser masêyan werin cem hev. Di nav van komên piçûk de Siyasetmedar, Zanîst û malbat li ser rewşa pirzimanî de fikr û ramanên xwe wê binîn ser zimên.
Encamên civîna me, wê bi Aleqadaran, Siyasetmedaran, Senatoran û Rayagiştî ya Kurd re were parve kirin.
Her wiha xebatên li civîna me bi şirîkatiya IZPerê bi kûrahî daninûstandina wê werin lidarxistin. IZPer wek berpirsiyarê civîna me hatiye hilbijartin. Encamên civînê wê piştre bi riya e-mailê were şandin.

Bi Rêzdarî
Însîyatîva Ziman û Perwerde – IZPer

PROGRAM


Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG