Navenda Dij-Cudageriyê:
Parastina dij-cudageriyê
Hêzdarkirin
Pêşxistin
Armanca Navenda Di-Cudageriyê ew e ku newekheviyan kêmtir be, pirrengiyê pêş ve bibe, nirxên demokratîk belav bike û ji bo beşdariyeke wekhev şert û mercan ava bike. Navend ji bo civak û komên hatine marjînalkirin û rastî cudageriyê û nijadperestiyê hatine dixebite. Navend li hemberî hemû şikl û formên cudageriyê û nijadperestiyê radibe bi riya eşkerekirina wan û bi piştgiriyeke karîger ji bo çareseriyê di mijarên beşdarbûn û tevlîbûnê.
Serpêhatiyên cudagerî û nijadperestiyê yên taybetî ji ber sedemên mîna;
- nasnameya etnîkî
- ziman
- bawerî
- zayend
- tercîhên cinsî
- cudahiyên çînî
- berastengî
ji nêz ve tê şopandin û lê hûrbûn.
Demên Şêwirmendiyê:
Sêşem 13:00 heta 17:00
Pênçşem 10:00 heta 15:00
Şêwirmendiya me pirzimanî ye, em dikarin bi almanî, kurdî, tirkî û ingilîzî alîkarî bikin.
Kordînator: Merih Ergün
Tel.: +49 030 616 25 848
E-Mail: cid@yekmal.de