Akademiya Yekmal ji bo Ziman, Perwerdehî û Lêkolîn (bi kurtî Yekmal Akademî) beşek nû ya Yekmalê ye ku ew ê lêkolînên zanistî û pêşkêşiya perwerdehiyê li ser gelek aliyên zimanê(n), civakê(n) û çandên kurdî li Berlînê û cihên din pêk bîne. Bi vê beşê, Yekmal dixwaze xebatên xwe yên heyî û xebatên nû yên derbarê pêşvebirina pirzimaniyê, taybetî jî piştgiriya almanî û kurdî, xurt bike bi rê û rêbazên zanistî. Yekmal Akademî di xebatên xwe de aliyên pratîk û teorîk (derbarê lêkolîn û rêbazê de) digihîne hew.
Binbeşên sereke yên Yekmal Akademiyê ew in:
- Lêkolînên Akademîk
- Perwerdehî û Hîndekarî
- Çalakî
- Amadekirin û Weşandina Materyalên Duzimanî
- Dibistanên Berlînê de Kurdî
- Werger û Şêwirmendiya Zimanî
- Berpirsiyar: Şerif Derince
- Tel.: +49 030 616 25 848
- E-Mail: akademie@yekmal.de
- Web: http://akademie.yekmal.de