Cotmeh 10, 2024

Yekmal li Berlin-Neuköllnê du projeyên nû vedike

Di 1ê Tebaxa 2024an de, komeleya me Yekmal li navçeya Neuköllnê ya Berlînê dest bi du projeyên nû kir: Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê û projeya temamker a “Em bi hev re xurt in”. Her du proje ji aliyê Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal ya girêdayî Yekmalê ve tên birêvebirin. Komîsyona Eyaleta Berlînê ya li dijî Tundiyê ya girêdayî Senata Berlînê û Saziya Ciwanan a Neuköllnê piştgiriya darayî didin van projeyan.

Em ji dil we vedixwînin merasîma vekirina her du projeyan di 18ê Cotmeha 2024an de, demjimêr 15:00 li Mainzer Straße 26a, 12053 Berlîn.

Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê ji bo hemû niştecihên Neuköllnê ye ên ku di bin bandora şêwazên Dîskrîmînasyonê de ne. Li vir zarok, ciwan û mezinên bi û bêyî paşxana Penaberî û koçberiyê, ji Şêwirmendiya Seretayî ya bi zimanên Kurdî, Almanî, Erebî, Îngilîzî, Îspanî û Tirkî sûdê werdigrin.

Projeya “Em bi hev re xurt in!” di heman demê de bi Xala Têkiliyê re dest pê kir. Ev proje ji bo zarok û ciwanên li Neuköllnê angebotên taybet ên bikom pêşkêş dike. Xwendekarên dibistanê an komên ji komeleyên civakî yên din li vir cîhek parastî peyda dikin da ku di çarçoveya Workşopan de li ser ezmûnên Dîskrîmînasyonê û Tundiyê biaxivin û ezmûnên xwe parve bikin û wan berbiçav bikin. Di heman demê de derfet çê dibe ku dengên xwe bi awayekî hunerî bînin ziman.

Rêvebera Giştî ya Yekmalê Günay Darici diyar dike: “Xala Têkiliyê dê ji nêz ve bi Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê re bixebite. Armanca vê hevkariyê ew e ku bêtir bûyerên dîskrîmînasyonê yên li Neuköllnê bên qeydkirin û xuyakirin. Di pêşerojê de, raporên dîskrîmînasyonê yên Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê dê di berhevkirina daneyan a Ofîsa Qeydê ya Neuköllnê de cîh bigirin.”

Merih Ergün, rêvebera Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal û Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê li komeleya me Yekmalê, wisa destnîşan kir: “Em dixwazin bi rêya Xala Têkiliyê ji bo demek dirêj ji niştecihên Neuköllnê re baştir bi mijara dîskrîmînasyonê re mijûl bin. Wekî din, em dixwazin ji bo xebatkarên piralî û rêxistinên civakî toreke pispor ava bikin da ku stratejiyên hevpar li dijî dîskrîmînasyonê pêş bixin.”

Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal (CiD)
14ê Cotmeha 2024an


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR