Hêlîna yekemîn a bi navê Kita Pîya li taxa Weddingê, li ser Barfustrasse di sala 2014’an de hat vekirin. Ji dema hat vekirin heta niha rastî eleqeyekê mezin bûye û her sal gelek malbatên kurd û nekurd serî lê didin ku zarokên xwe bişînin wira.
Avahiya Kita Pîya Weddingê du-tebeqe ye û li ber avahiyê jî parkek piçûk heye ji bo çalakiyên derve û lîstina zarokan. Li vira, 25 zarok dikarin perwerdehiyê bigirin. Zarokên ji 3 salî piçûktir li jêr in, yên mezintir jî li jorê çalakiyên hînbûnê pêk tînin. Ji bo hinek çalakiyan jî hemû zarok bi hevra tevlî xebatan dibin. Zarokên ku ew ê salek şûnde dest bi dibistana seratayî bikin, ji meha Sibatê û pê ve li gorî bernameyeke taybet a derbasbûna dibistanê xebatan dikin. Armanca van xebatan amadekirina zarokan ji bo dibistanê ye. Her wiha, parkek mezin a taxê heye nêzîkê hêlînê ku zarok carna li gel mamosteyên xwe diçin wira ji bo hinek çalakiyan. Hêlîn saet 08:00’an vedibe û heta 16:00’an xîzmetê dide.
Agahiyên Kita Pîya Wedding wisa ne:
Navnîşan: Barfusstraße 13, 13349 Berlin
Telefona Bûroyê: 03045082694
Telefona Destê: 017652923646
E-mail kita-piya-wedding@yekmal.de