caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

LERNEN IST LICHT

Kita Pîya Kreuzberg

Hêlîna duyemîn, piştî amadekariyên dûr û dirêj li kuçeya Muskauerstrasse ya navçeya Kreuzbergê di sala 2018’an de dest bi xizmetê kir. Serpêhatî û serkeftinên yekemîn hêlînê bûn bingehek xurt ji bo vê hêlînê hem ji aliyê amadekariyên pedagojîk hem ji aliyê eleqeya malbatan. Berî ku hêlîn deriyê xwe veke bo zarok û malbatan, hem cih ji zû ve dagirtî bûn û niha jî gelek malbatan navê zarokên xwe qeydkirine ji bo salên pêş.

Hêlîn di tebeqeya têketinê ya avahiyeke mezin de ye û cihê 45 zarokan tê de heye. Ji wan 12 zarok heta 2.5 salî ne, yên din jî heta 6 salî. Pola pitikan (zarokên 2.5 salî piçûktir) ji ode û polên din ên lîstik û çalakiyan cuda ye. Zarokên mezintir jî hinek çalakiyan bi hevra hinekan jî li gorî temenên xwe cuda pêk tînin. Zarokên dora 5 salî, ew ê piştî meha Sibatê dest bi xebat û çalakiyên amadekariyê yên derbasbûna dibistana seratayî bikin.

Parkeke taybet a vê hêlînê bi xwe heye li ser kuçeyekê din ê nêzik ku zarok li gorî bernameyekê diçin wira ji bo hinek çalakiyên derve û werzîşê. Her wiha, parkeke din a taybet heye ku zarokên vê hêlînê dikarin bikarbînin.

Agahiyên Kita Pîya Kreuzbergê wisa ne:

Navnîşan: Muskauer Straße 44, 10997 Berlin 
Telefona Bûroyê: 03069531180 
E-mail: kita-piya-kreuzberg@yekmal.de