Çileya Paşîn 15, 2024 | Mainz

Şaxa me ya Yekmalê li Mainzê Cejna Gaxanê pîroz kir

Şaxa me ya Yekmalê li Mainzê Cejna Gaxanê pîroz kir

 

Di 21ê Berfanbara 2023an de, şaxa me ya Yekmalê li Mainzê Cejna kevneşopî ya Gaxanê bi malbatên ji Mainz û derdorê re pîroz kir.

Kevneşopiyên çanda Kurd-Elewî, merasîm û hîkmeta Gaxanê bi awayê şanogeriyê ji aliyê zarokên me bi kirmanckî, kurmancî û almanî hatin vegotin. Zarokên me mal bi mal (li vir mase bi mase) geriyan û bi şanoyên kurt hûrgiliyên cejna Gaxanê nîşan dan.

Piştî vegotina dîrokî ya girîngiya civakî, xwezayî û çandî ya Gaxanê, çend zarokên me bi cil û bergên taybet pevçûna biken û xweş a sersalê ya di navbera Kal Gaxan û Fadikê de pêşkêş kirin. Şeva Gaxanê bi performansa Koma Govendê ya Yekmalê û xwarina hevpar bi dawî bû.

Gelek spas ji bo herdû modêratorên me Lokman Turgut û Ercan Ayboga ji bo organîzekirin û rêvebirina şahiyê. Herweha gelek spas ji bo zarokên me ku bi rastî pir baş lîstin.

“Gaxan” peyveke bi kirmanckî û kurmancî ye, ji wê mehê re tê gotin ku ji 21ê Berfanbarê dest pê dike û 20ê Çileyê diqede. Ji ber vê yekê meriv dikare bibêje Gaxan meha yekem a zivistanê ye. Cejna Gaxanê ji aliyê kurdên Elewî ve tê pîrozkirin.

Gaxan amo, xêr amo. Gaxano şima bimbarek bo!


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR