BEFaN Netzwerk

Tora BEFaNê

Tora BEFaNê (Perwerde-Dêûbav-Malbat-Cîrantî) toreke pispor a li ser asta eyaleta Berlînê ye ku sala 2014an di çarçoveya projeya BEFaNê de hat avakirin. Ev destpêşxerî xebatek hevpar bû di navbera Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal, MITRA e.V. û VIA-Regionalverband. Piştî dawîhatina projeyê di sala 2016an de, ev xebat di çarçoveya Torê de berdewam bû û heta sala 2023an ji aliyê Encûmena "Verband für Interkulturelle Arbeit (VIA) Regionalverband Berlin/Brandenburg e.V." hat birêvebirin.

Di çend salan de, Tora BEFaNê di qada siyaseta koçberî û perwerdehiyê ya Berlînê de wekî aktorek giring pêş ket. Ew ji rêxistinên koçberan, saziyên perwerdehiyê û fêrkariyê, pisporên taybetmend û rêveberiyên pispor ên têkildar li ser asta navçe û senatê, herweha ji aktorên din ên qada pirzimaniyê pêk tê. BEFaN di qada perwerdehî û pirzimaniyê de bûye toreke pispor a Berlînê. Ew bi awayekî çalak ji bo bicîhkirina pirzimanî di saziyên perwerdehiyê de kar dike û hewl dide balkêşî û pêdiviyên civakên koçber nîşan bide. Yek ji xemên bingehîn ên Torê ewe ku pisporî û ezmûnên cihêreng ên civakên koçber ên di qada pirzimanî de, tevlî pergala perwerdehiyê bike.

Armancên Torê ev in:

  • Nîşandan û pêşxistina pirzimanî wekî potansiyelek.
  • Pevguhertina Pispor di qada Pirzimanî û Perwerdehiyê de.
  • Bilindkirina hişmendiya Pirzimanî û Navçandî di nav xebatkarên perwerdehiyê de li zaroxane, dibistan û saziyên din ên perwerdehiyê.
  • Torbendî di navbera aliyên têkildar de.
  • Xebatên siyasî yên dîplomatîk li ser asta navçe û eyaletê.
  • Pêşxistina beşdariya rêxistinên koçberan di qada Pirzimanî û Perwerdehiyê de.
  • Nûnertiya rêxistinên koçberan di aliyê Pirzimanî û Perwerdehiyê de.

Endamên Steuerungsrunde yên Torê

  • Kordînasyona Tora BEFaNê, Remziye Uykun
  • Yekmal e.V., Maryna Markova
  • Hellenische Gemeinde zu Berlin e.V. , Evangelos Tsiaplis
  • Koopkultur e.V., Petronela, Bordeianu
  • Gewerkschaft Erziehung Wissenschaft - GEW, Monika Rebitzki, Willi Stotzka
  • SprachCafé Polnisch e.V., Agata Koch

Têkilî

Schönleinstraße 23, 10967 Berlin
Tel.: 030 81 79 73 65
Fax: 030 81 79 73 66
E-Mail: befan@yekmal.de
Instagram: @befannetzwerk
Facebook: @befannetzwerk

Endamên Torê

Hevparên me


MIJARÊN TÊKILDAR