Îlon 18, 2024

Tundrewiya Rastgir di 48. Festîvala Navçandî ya Mainzê de

Roja Yekşemê, 8ê Îlona 2024an, 48. Festîvala Navçandî li Domplatz a bajarê Mainzê ya paytexta eyaleta Rheinland-Pfalzê hat lidarxistin. Ji destpêka xwe ve ev festîval bûye kevneşopiyeke giring ji bo hevdîtina hemû ziman, çand û ayînan. Weke komeleya Yekmalê em vê kevneşopiya xweş û giring li bajarê xwe pêşwazî dikin.

Mixabin îsal li festîvalê bûyerek xemgîn qewimî ku em pir şok kirin. Di nav pîrozbahiyan de, semboleke îdeolojiya rastgir a ku li cîhanê tê naskirin, ji aliyê komeleyeke Tirk ve bi awayekî vekirî hat nîşandan. Ev di demekê de ye ku piştî pêşbaziya di navbera Tirkiyê û Awistiryayê ya di qonaxa 16. Şampiyona Futbolê ya Ewropayê de, ev sembola rastgir di rojeva rojnameyan de ye.

Vê komeleyê wisa nîşan dida ku têkiliyek wê ya eşkere bi şaredarê paytexta eyaletê birêz Nîno Haase re heye. Birêz şaredar Nîno Haase ji bo hemû welatiyên vî bajarî kesayetiyek giring e û bûyerek bi vî rengî pirsên ciddî li cem me hemwelatiyan çê dike. Em matmayî man ku di festîvaleke ji bo pirrengî, civak, demokrasî û toleransê de helwesteke wisa dikare cihê xwe bibîne. Herweha em ji wê yekê matmayî ne ku li gorî daxuyaniya şaredar, ev zihnyeta rastgir bi salan e di Desteya Şêwirmendiya Koçberî û Întegrasyonê ya paytexta eyaleta me de cih digire. Ev deste ji rêxistinên xweser ên koçberan û nûnerên ji kesên xwedî paşxana koçberî û penaberiyê pêk tê.

Koçberî û revîn guhertinek watedar û gelek caran bi êş di jiyana mirov de çê dikin. Ew encama zextên nedemokratîk, dijmirovî ne ku divê em xwe jê rizgar bikin. Koçberî û revîn rêyek ji bo avakirina jiyanek nû di nav aştî, hêvî û ewlehiyê de, dûr ji tundiya rastgir û zordar vedike.

Cihê zihinyetek rastgir an zihinyeta rastgir a radîkal ya mîna rêxistina bi navê “Gurên Boz” di nav civaka me de tune ye. Nayê qebûlkirin ku hin kes wêrekiya wan hebe li bajarê me yê Maizê ku bi tolerans û cihêrengiyê tê naskirin, fikrên wisa bi eşkereyî nîşan bidin. Nayê qebûlkirin ku bihêlin nûnerên îdeolojiyên tundrew ên rastgir bihêsanî nêrîn û armancên xwe yên radîkal bigihînin raya giştî.

Em bang li Maînza paytexta eyaletê dikin ku encamên pêwîst ji vê bûyerê derxîne. Em bang li birêz şaredar Nîno Haase dikin ku li ser hebûna vê îdeolojiya rastgir a li bajarê me lêkolînan bike û nûnerên wan ji hemû saziyên demokratîk derbixe.
Herweha em bang li hemû komele, sazî û însiyatîvên demokratîk dikin ku bi awayekî vekirî li dijî tundiya rastgir, li dijî radîkalîzmê û torên wê yên li paytexta eyaleta me tev bigerin û bibin mînakek ji bo hemû bajarên din ên eyaleta Rheinland-Pfalzê.

Em hêviya bi hev re jiyanek aştiyane ya bi tolerans û mirovahî ne û ji birêz şaredar Nîno Haase daxwaz dikin ku li ser daxuyaniya me bersivek nivîskî bide.


Komeleya Yekmalê / Şaxa Rheinland-Pfalz
18. Îlon 2024


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR

  • 10. Salvegera Jenosîda li hember Êzîdiyan
    03.08.2024
    10. Salvegera Jenosîda li hember Êzîdiyan

    3ê Tebaxê 10. Salvegera Jenosîda li hember Êzîdiyan a ji aliyê DAIŞê ye. Em di vê rojê de hemû qurbaniyên vê jenosîdê û êrişên bi dirêjahiya sedan salan a li dijî civaka &Ec...