Tebax 03, 2024

10. Salvegera Jenosîda li hember Êzîdiyan

10. Salvegera Jenosîda li hember Êzîdiyan


Îro 3ê Tebaxê 10. Salvegera Jenosîda li hember Êzîdiyan a ji aliyê DAIŞê ye. Em di vê rojê de hemû qurbaniyên vê jenosîdê û êrişên bi dirêjahiya sedan salan a li dijî civaka Êzîdî bi bîr tînin.

Di sala 2014an de Civaka Êzîdî li Kurdistanê û Îraqê rastî jenosîdekê hat. Di serî de jin û zarok, bi hizaran welatiyên sivîl hatin kuştin û bi hizaran jî wek kole hatin dîlgirtin. Gelek kes neçar man koçber bibin. Di salên borî de gelek jin û zarok ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve hatine rizgarkirin, lê çarenivîsa gelek jin û zarokên din heta niha ne diyar e.

Îro em wek komeleya Yekmalê dixwazin balê bikşînin ser rewşa niha ya civaka Êzîdî. Civaka Êzidî tevî hemû zehmetî û trajediyên hatine ser wê, piştî jenosîdê hewl dide rabe ser piyan û dubare xwe ava bike. Ji bo sarêjkirina birînên xwe, rêgirtin li dubarebûna Jenosîdê û dane naskirina nasnameya xwe di tekoşînê de ye. Em vê yekê gelek watedar dibînin.

Di heman demê de heta niha jî civaka Êzîdî bi taybet jin û zarokên rizgarbûyî di rewşekî dijwar de ne. Gelek Êzîdiyên ku berê xwe dabûn navçeyên din ên Kurdistanê û Îraqê, ji ber nakokiyên siyasî nikarine vegerin warê xwe li Şengalê. Ew di kampên bê ewle de, di şertûmercên dijwar de dijîn. Herweha beşek ji êzîdiyên ku koçberî Almanyayê bibûn, ji aliyê Hikûmeta Almanyayê ya Federal ve ji Îraqê re tên vegerandin. Em vê siyaseta Hikûmeta Almanyayê rexne dikin û daxwaza parastina Êzîdiyan dikin di her alî de. Em tînin bîra Almanyayê ku Parlemantoya Almanyayê bi fermî jenosîda li hember Êzîdiyan nas kiriye, li gor wê divê Hikûmeta Almanyayê berpirsiyariya xwe di parastina Êzîdiyan û dadgehkirina suçdarên jenosîdê pêk bîne.

Divê parastina Civaka Êzîdî hem li hundirê welat û hem li derveyî welat bê gerentîkirin da ku ev jenosîd û êrişên li dijî Êzîdiyan êdî dubare nebin.

Em di wê baweriyê de ne ku saziyên civaka sivîl divê li hember dîskrîmînasyon û binpêkirina mafên civaka Êzîdî bi awayekî çalak tev bigerin. Ji bo vê jî em wek Yekmal rola xwe dilîzin û em amade ne bi sazî û aliyên têkildar re hevkariyê bikin.

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e.V.

03. Tebax 2024


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR