05 Adar 2024

Daxuyaniya Yekmalê derbarê gefên kuştinê yên li dijî komeleya Biratî

 

Komeleya me Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e.V. gefên kuştinê yên ji aliyê tundrewên rastgir di 21ê Sibata 2024an de li hember komeleya Biratî ya li Bremenê, şermezar dike.

Du roj piştî 4. salroja bîranîna qurbaniyên Hanau’ê, di 21ê Sibata 2024an de komeleya Biratî e.V. ya li Bremenê çend fîşekên çekan ên vala ku nîşaneya SS li ser wan bûn tevî nameyeke gefxwarinê di qutiya posta xwe de dîtin. Komeleyê derbarê kesên nenas de serlêdana Polîs kir. Desteya Rêveber a vê komeleya Kurdan beriya niha bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta federal a heyî kiribû ku li ser vê mijarê gavek bavêje.

Gefên kuştin, êrîş, sucdarkirin, heqaret, dîskrîmînasyona strukturel û nîjadperestiya sazûmanî ne îstîsna ne ku karsaz, komele, malbat û zarokên kurd rastî wê tên, lê mixabin di civaka Almanyayê de pirsgirêkek bingehîn e. Di meha Mijdara 2023’an de ji karsazên Kurd ên li Bremer Neustadt re nameyên gefxwarinê hatibûn şandin. “Ez dê dikanên we yên donerê biteqînim,” ji wan re hatibû nivîsandin. Polîs ji wê demê ve lêkolînê dike.

Pêdiviya me bi siyaseta demokratîk û civaka sivîl a bihêz heye li Almanyayê ji bo ku li dijî tundî, nebûna tolêrans, terora rastgir, nijadperestî û dîskrîmînasyonê bi hev re tevbigerin. Ji ber vê yekê em bang li siyasetmedarên Alman, polîs, dadwerî û pergala perwerdehiyê wekî dibistanan dikin ku bi taybet kêmneteweyên mîna civaka Kurd ji dîskrîmînasyonê baştir biparêzin. Tundiya rastgir, terora tundrewiya rastgir û nijadperestî bi dehan salan e li Almanyayê pirsgirêkek mezin e.

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e.V.
5ê Adara 2024an

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR