Navenda Qeyda Destpêkê

Komeleya me Yekmal ji Çiriya Pêşîn a 2022an vir ve, li Berlînê cîhek ji bo qeyda destpêkê ya zarokên penaber vekiriye û alîkariya wan dike. Karê me wê demê dest pê dike ku penaberên temenbiçûk ên 6 - 14 salî tên Almanyayê. Li Navenda me ya Qeyda Destpêkê em hawîrdorek ewle û piştgirî pêşkêş dikin da ku zarok û ciwan bikarin gavên xwe yên pêşîn li welatek nû bavêjin. Armanca me ew e ku em ji we re bibin alîkar da ku hûn bi lez li bicîh bibin.

Tîma me ya pispor piştgiriya ciwanan dike di qadên curbicur de:

  • Gava destpêkê: Em alîkariya ciwanan dikin ku di derdora xwe ya nû de rêya xwe bibînin û em agahdariyên sereke li ser Almanya û civaka wê didin wan.
  • Kordînasyona Piştgiriya Derûnî: Gelek zarok û ciwanan xwedî serpêhatiyên trawmatîk in. Em bi sazî û pisporên taybetmend re ji nêz ve dixebitin da ku lênêrîn û şêwirmendiya derûnî ya pêwîst ji we re peyda bikin.
  • Piştgiriya Zimanî: Ji bo întîgrasyonê zimanê Almanî pir giring e. Em kursên ziman û angebotên din ên fêrkariyê pêşkêşî ciwanan dikin.
  • Întîgrasyona Civakî: Em bi gelek çalakî û bernameyan piştgiriya
  • ciwanan dikin di întîgrasyona civakî de. Em alîkariya wan dikin ku hevaltiyê bikin û tevlî civakê bibin.
  • Piştgiriya Werzişê: Em çalakiyên werzişî yên birêkûpêk pêşkêşî zarokan dikin da ku tendirust bin, ruhê karê tîmê di nav xwe de pêş bixin û karibin dema xwe ya vala bi awayek erênî derbas bikin.
  • Piştgiriya Burokratîk: Em di qada fermî de piştgiriya ciwanan dikin û ji bo bidestxistina belgeyên pêwîst alîkariya wan dikin.
  • Pêşveçûna Kesane: Em giringiyek zêde didin pêşxistina hêz û şiyanên kesane yên ciwanan û ji bo ku di pêşkeftina kesane de ji wan re alîkar bin.

Navenda me ji ciwanan re cîhek ewle ye ku karibin tê de xwe asûde û parastî hest bikin. Em ji nêz ve bi hevpar û saziyên cihêreng re dixebitin da ku bi awayê herî baş piştgirî bidin ciwanan.

Armancên me

  • Tevlîbûna civakê bi awayek bilez û bi bandor
  • Avakirina Pêbawerî û Xwebaweriyê
  • Piştgirîkirin li hember ezmûnên trawmatîk bi hevkariya ligel pisporan
  • Piştgiriya di pêşxistina ziman û xwendina akademîk
  • Pêşxistina jêhatîbûnên civakî û kesane
  • Baştirkirina rahênanên fîzîkî û xebatên tîmî bi rêya çalakiyên Werzişî.

Komeleya Yekmalê hewl dide ku ji bo pêşerojeke serkeftî li Almanyayê derfetên herî baş pêşkêşî penaberên temenbiçûk bike.

Têkilî

E-Mail: stajuhitd@yekmal.de
Tel.: 0178 6820485
Rêvebera Tîmê: Rozerin Baysöz
Alîkarên rêvebera tîmê: Berfin Delal Isbilen, Silan Aslan

 


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR