Beşdariya Yekmalê di kargeha BIKuMiGê

Beşdariya Yekmalê di kargeha BIKuMiGê

Di 17ê Tebaxa 2024an de, Şaxa Yekmalê ya Bremenê li Zanîngeha Bremenê beşdarî kargeha projeya BIKuMiG (Însiyatîfa perwerdehiyê ji bo parastin û veguheztina sermaye ya çandî di civaka koçber de) bû.

Armanca BIKuMiG ewe ku angebotên perwerdehiya çandî yên rêxistinên koçber li Bremen û Bremerhaven tomar bike û derbarê hevkariya wan bi dibistanan re lêkolînê bike û dijwariyên li pêşiya xebatên komeleyan werin derbaskirin. Tê hêvîkirin ku ev projeya sê-salî ya di Rêbendana 2024an de dest pê kir, bibe alîkar ji bo naskirin û piştgirîkirina sermaye ya çandî ya civakên koçber.

Di çarçoveya kargehê de ku gelek aktorên ji rêveberiya bajar, rayedarên perwerdehiyê, xebatên navçe û qadên din ên têkildar hatin cem hev, nûnera Yekmalê axaftinek sereke pêşkêş kir. Me bal kişand ser angebotên xwe yên cihêreng ji bo zarok, ciwan û malbatan. Herweha me tekez li ser giringiya xebatên perwerdehiya çandî ji bo civakek berfireh kir. Ev axaftin di çarçoveya danûstandineke berfireh de pêk hat tevî axaftin û gotûbêjên din.

Kargeh bû derfetek da ku em di “Bazara Derfetan” de xebatên xwe pêşkêş bikin. Li wir me karî bi komele û dezgehên din re torbendî bikin û çareseriyên hevpar ji bo pirsgirêkên heyî pev biguhezînin. Ev bername gavek giring bû ji bo ku em perspektîf û ezmûnên xwe bigihînin gotûbêja derbarê perwerdehiya çandî û beşdariya di civaka koçber de ya di navbera zanist û pratîkê de.


  • PXL_20231209_111000069.jpg
  • 409839321_349112324434243_5030961475434132642_n.jpg
  • 11.png
  • PXL_20231209_113418243.jpg
  • IMG_1951.jpg
  • IMG_3627.jpg
  • Mountain_child.jpg
  • PXL_20230702_131330160-PORTRAIT-ORIGINAL.jpg
  • WhatsApp Bild 2024-07-04 um 16-24-54_2f9b94b0.jpg
  • WhatsApp Image 2024-01-15 at 10-22-54 (2).jpg

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR