caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Şahiya me ya salane Newroza Zarok û Malbatan pêk hat.

Şahiya me ya salane Newroza Zarok û Malbatan di 18’ê Adarê de pêk hat.
Îsal zarokên ji hêlînên me Kita Pîya Wedding û Kita Piya Kreuzbergê şano pêşkêş kirin. Malbatên Navenda Malbata Rengîn bi hûnerên xwe yên destçêkirî beşdar bûn şahiyê û her wiha pevguhertina pêlîstokan di nav zarokan de çêbû.

Beşdarên şahiyê çûn serdana maseyên hûnerên destan û hûnerên xwe nîşan dan. Wekî salên din agirê Newrozê hat pêxistin û li dora agirê govend hat gerandin.

Dahata şahiyê ji mexdûrên erdhejê re di çarçoveya projeya “Hûner ji bo Hêviyê” re hat berhevkirin.
 
Em spasiya xwe dikin hemû beşdarên şahiyê ku Newroz bi me re pîroz kirin û bi coşeke mezin piştgirî dan komkirina alîkariyê.

Newroz pîroz be.
Bijî Newroz.
 
Hûn dikarin li jêr çend wêne û dîmenên ji şahiyê bibînin: