caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Roja zimanê Kurdî pîroz be!

Her sal Kurdîziman 15ê Gulanê weke Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin. Di vê rojê de gelek çalakî li ser zimanê Kurdî tên lidarxistin.

15ê Gulanê li ser bingeha rol û dîroka kovara Hawarê di pêşxistina zimanê Kurdî de, weke roja zimanê Kurdî hatiye diyarkirin. Yek ji pêşengên zimanê Kurdî Celadet Alî Bedîrxan bi derxistina kovara Hawar di 15ê Gulana 1932an de, rêyek li pêşîya zimanê Kurdî û rewşenbîrîya Kurdî vekir. Diyarkirina vê rojê jî ji bo vê ye em li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanê xwe pêş ve bibin.

Em wek Komeleya Yekmalê parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bi erkê xwe dizanin û zimanê Kurdî di navenda gelek xebat û çalakîyên Yekmalê de cîhek fireh digire. Di serî de baxçeyên zarokan yên dûzimanî bi navê Kita Pîya, û xebatên me yên Akademiya Yekmalê, xebatên civakî û şêwirmendîyê bi zimanê kurdî, kursên fêrkirina kurdî, derxistina materyalên fêrbûna ziman, Testa Kurdî ya C1 û gelek çalakî û projeyên me yên din. Em bi hêvî û bawer in ku xebatên xurttir ji bo parastin û pêşxistina zimanê xwe li Almanyê bikin. 

Em Roja Zimanê Kurdî li we hemûyan pîroz dikin.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG