caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Roja Zimanê Kurdî li Essenê hat pîrozkirin

Bi mebesta pîrozkirina Roja Zimanê Kurdî, roja 14ê Gulana 2023an şaxa Yekmal e.V ya Essenê bernameyek bi navê „Wêjeya Kurdî û Derbiderî“ li dar xist.

Romannûs, çîroknûs û rexnegirê Kurd Helîm Yûsiv ku ev zêdetirî 20 salane li Almanyayê dijî û li vir berhemên xwe diafirîne, li ser vê mijarê babetek pêşkeş kir. Bi taybetî li ser pirsgirêkên wêjeya Kurdî ya derbiderîyê, derfet û metirsîyên li pêş wêjeya Kurdî ya li Almanyayê axivî. Ew yek ji nivîskarên herî li pêş e ku di metnên xwe de rewşên mirovahîyê û penaberîyê derdixe pêş.

Gotûbêja ku bi modêratorîya akademisyen Dawid Yeşîlmen bi rê ve çû û xwîneran eleqeyeke mezin nîsan da, bi xwendina çîrokên Helîm Yûsiv bi dawî hat.

Piştre bi awayekî ku layîqî Roja Zimanê Kurdî be, dîwana dengbêjîyê hat lidarxistin. Dengbêj Rêber Serhed bi klamên herêma Serhedê êvarek bêhempa pêşkeşî beşdaran kir. Li gel gelek klamên ku ji kanîya wêjeya gelêrî ya kurdan diherikin, çend stranên li gorî daxwaza beşdaran jî strand. Di encamê de, dîwaneke ji zar û zimanê Kurdî, hem bi awayê wêjeya hevçerx hem jî ji kelepora Kurdî dinizile, derket holê.

Bernameya ku sê saetan berdewam kir, tama dewlemendîya zimanê Kurdî û hunera devkî û nivîskî ya Kurdî di dilê mêvanan de hişt.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG