caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Pêşwaziya Rojên Çanda Kurdî û Newrozê ji bo Sala 2023’an

Gelek gelên li Kurdistanê û derdora wê bi Newrozê destpêka biharê û şiyarbûna xwezayê wek destpêka sala nû pîroz dikin. Lê belê, ji bo kurdan Newroz sembola berxwedanê ye jî. Mixabin Newroza îsal bi xemgîniyekê tê pêşwazîkirin. Di 6ê meha Sibatê de erdêjeke xedar pêk hat li gelek bajar û herêmên Kurdistanê û zêdetirî 50,000 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ne tenê gelek mirov mirin her wiha gelek mal xira bûn; çand, dîrok û bîranînên mirovan di bin kavilan de man. Sedema mezinbûn vê karesatê ne xwezayî bû, zêdetir ji ber xemsariya berpirsiyaran, rêveberiya nebaş a fermî û polîtîkayên cudager ên dewletê bû.

Mixabin Kurdistan bi sedsalan rastî şer, koçberî û karesatan hatiye û hêj jî tê. Lê di heman demê de welatê kurdan qada berxwedan, hêvî û hevgirtinê ye.

Li Kurdistanê, çîrokên vejînê jî tên nivîsandin.

Di van demên xedar û zehmet de tişta ku dikare alîkariya me bike ew e ku em bi hev re têbikoşin. Bi van hest û baweriyan, em bang li her kesî dikin ku hêvî û hevgirtina Newrozê xurt bikin. Bi vê mebestê, em xebat û çalakiyên Rojên Çanda Kurdî yên îsal diyarî bîranîna qurbaniyên erdheja trajîk dikin. Em dixwazin van xebat û çalakiyan wek derfetekê bi kar bînin ji bo kesên ku ji erdhejê zirar dîtine alîkarî berhev bikin û her wiha piştgiriyê bidin saziyên civaka sivîl ên ku li herêmên zirar dîtine bi zarok û malbatan re xebatên derûnî, perwerdehî û çandî dimeşînin.

Xebat û çalakiyên îsal dê li Berlîn, Bremen, Nordrhein-Westfalen û Rheinland-Pfalzê bên lidarxistin. Hûn dikarin agahiyên di derbarê van xebat û çalakiyan de li ser pirtûkçeya Rojên Çanda Kurdî peyda bikin û her wiha guherîn û agahiyên nû li ser malper û hesabên me yên medyaya civakî bişopînin.

Bi xêr hatî hêvî, Newroz pîroz be!