caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Îro yekemîn Newslettera me hat weşandin

Em kêfxweşin ku îro yekemîn nûçenameya komeleya me (Yekîtîya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê) bi navê “Yekmal e.V. Newsletter” bi awayek serhêl hat weşandin. Ji îro pê ve dê ev Newsletter mehê carekê bi herdu zimanên Almanî û Kurdîya Kurmancî bigihîje destê we.
Em dixwazin têkilîyên xwe bi we re geştir bikin û rasterast agahîyên li ser xebat, çalakî û projeyên xwe tevî materyalên ji bo zarok û malbatan bigihînin we. Komeleya me 30 salên tije kar û xebat li pey xwe hêla û em dixwazin bi hev re ji bo pêşerojek baştir piştgîr û hevkar bin.

Di yekemîn Newslettera me de, daxuyanîya rêvebera komeleya me Gunay Daricî heye derbarê 30. Salvebera damezrandina Yekmal e.V. . Herweha belgefilmek û Brûşûrek li ser kar û xebatên 30 salên derbasbûyî yên komeleya me heye ku hûn dikarin li dîroka me û pêşveçûnê binerin û pêşeroja me bibînin.

Her di Newslettera me ya yekemîn de li ser xebat û çalakîyên me yên meha Gulanê bi taybet jî yên di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî û Roja Zimanê Kurdî hatine lidarxistin, agahî û vîdeo hene. Me zarok jî ji bîr nekirine, pirtûka duzimanî û vîdeoçîrokek Kurdî ya zarokan di nava Newslettera me de hene.

Eger hûn jî dixwazin Newslettera Yekmal e.V. bigihîje we, tikaye nav û E-maila xwe ji medien@yekmal.de re bişînin.

31.05.2023: 01. Yekmal e.V. Newsletter

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG