Bi sernavê “ROJA MALBATAN A RENGIN: Gav bi gav ji bo malbatên Bingerbruckê” dawîya hefteya borî li bajarê Bîngenê ji bo malbatan festîvalek hat lidarxistin. Amadekar şaredarîya Bîngenê bi hevkariya komeleya me Yekmal e.V. bû.
Di vê festîvalê de malbatan hevdu nas kirin, zarok bi hev re lîstin, dêûbav bi muzîk û sohbetê kêfxweş bûn. Ji bilî makyajên zarokan, boyaxkirina hunerî ya keviran, kampanyayeke balkêş a çandiniyê, temrîneke ji aliyê tîmên agirkujiyê yên navçeyê, mobîla lîstikê ya bi temrîn û lîstikên afirîner û atolyeya defê di nava çalakiyan de hebûn. Gelek xwarinên xweş ên malbatan jî hebûn ku wek bexş anîbûn. Kursa me ya hunerî ya Yekmalê jî di bernameya rengîn de çalakiyeke hunerî nîşan da
Gelek spas ji bo hevakara me Gönül Özdemir û hevkarê me mamosta Bariş Seyitvan.
Hemû dahat diçe Baxçeya Zarokan.
Ew rojek malbatî ya xweş bû û em li hêviya gelek bûyerên hevbeş ên din in.
Yekmal e.V.