Xebata komî ya civakî ji bo van koman e:
- Zarokên ji 8 salî heta 12 salî
- Ciwanên ji 13 salî heta 18 salî
Armanca xebata komî ya civakî pêşxistina têkiliyên civakî, kêrhatina-xwebixweyî û nasnameyî ye. Stratejiyên çareserkirina kêşe û mişkûleyan ji bo kesan tên nîşandan ji bo ku xwe pêş ve bibin.
Mijarên wek çareserkirina tirsê, bendewariyên performansê, êrîşkarî, serpêhatiyên tundî, serneketin di dibistanê de û ji dibistanê dûrketin, serpêhatiyên koçberî û penaberiyê, serpêhatiyên şînê piştî mirina nasan di vê xebatê de ciheke mezin digirin.